Nîjadperestên ku berê jî gelek êrîş pêk anîbûn dîsa li ser karin. Li Dîlokê êrîşa bombeyî pêk hat û piştê êrîşê li navenda bajar komekê alên tirk vekirin û meşek pêk anîn.
Li navçeya Şehîdkamîl ya Dîlokê li ber Qereqola Polîsan ya Karşiyaka wesayîteke bombebarkirî teqiya û di encama teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 69 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşên avahiyên BDP’ê hedef hatin girtin.
Duh êvarê li dijî avahiyên BDP’ê yên navend û navçeyan êrîş pêk hatin û îro jî li Dîlokê komekê xwest provakasyonê pêk bîne. Li Bulvara Ataturk bi sedan kes hatin cem hev û alên tirk rakirin û dirûşmeyên dij PKK’ê berz kirin. Komê piştre dest bi meşê kir. Her wiha Navenda bajar li trafîkê hate girtin û meş hate berdewam kirin. balkêş bû ku polîsan mudaxaleyê komê nedikir.
Êrîşên dij- kurd li tikriyeyê êdî bûne ji rêzê. Berê êrîşên li dij polîs û leşkeran dikirin hincet û lihemberî avahiyên BDP’ê êrîş pêk di anîn. Kurd lînç dikirin. Bi giştî jî êrîş ji aliyê rayedaran ve dihate teşwîqkirin. Di bin çavkariya polîsan de dihate kirin.