Li Dîlokê li dijî navenda polîsan êrîşa bombeyî

Li Dîlokê li dijî navenda polîsan êrîşa bombeyî

Di saetên danê êvarê de li hemberî navenda polîsan a Dîlokê êrîşeke bombeyî pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên danê êvarê de li dijî Navenda Polîsan a Karşikayayê êrîşeke bombeyî pêk hat. Hat diyarkirin di êrîşê de birîndar hene û ambulans şandin cihê bûyerê.

Şahidên bûyerê dan zanîn ku di encama teqînê de agir bi otobûs û wesayîtek ketin û duman ji cihê bûyerê radibe.

Li gorî agahiyên pêşî wesayîta li ber avahiya polîsan teqiya û di encamê de gelek polîs birîndar bûne.