Li Kobanê girseyek qelebalix ku ji bo şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê meş li dar xist, dema di ber avahiyên hinek partiyên kurd re derbas dibû, hinek ciwanan xwestin, alên Artêşa Azad ên li ser van avahiyan daliqandî bûn, daxînin. Lê hinek kesan gule barandin, li ser vê yekê hêzên YPG'ê mudaxele kir.
Li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina komkujiya Taxa Eşrefiye ya Helebê, meşek hate lidarxistin. Di meşa ku gelek kes beşdar bûn de, dema ku girse di ber avahiyên hinek partiyên kurd re derbas dibû, komek ciwanên meşvan xwest ku alên Artêşa Azad ên li ser avahiyên van partiyan hatibûn daliqandin daxînin. Lê hinek kesên di van avahiyan de gule barandin, li ser vê yekê hêzên YPG'ê jî mudaxele kirin û bûyer bi dawî kirin.
Rayedarek TEV-DEM'ê jî diyar kir ku ew beriya meşê bi rayedarên van partiyên behsa mijarê re axivîne û ji wan re gotine, "Ji ber komkujiyê hestên gel derketine asta jor, loma ji bo ku pirsgirêkek dernekeve, van alan rakin." Rayedarê TEV-DEM'ê anî ziman ku li ser vê hişyariyê jî ev alên hanê nehatine daxistin, di dema meşê de jî hinek ciwanên ku nekarîne hestên xwe kontrol bikin, xwestine alan daxînin.
Heman rayedarî anî ziman ku piştî bûyeran destpê kiriye YPG'ê mudaxele kiriye û wiha dom kir: "Tu pirsgirêka me bi van partiyan re nîne. Tişta qewmiye jî, mirov wekî hestên ciwanan dikare bi nav bike. Di demeke ku li hemberî gelê me komkujî pêk hatiye de, hestên hemû gelê me derketine pêş. Divê ev yek baş bê zanîn. Her wiha divê hemû partî jî, di vê mijarê de bihîstiyar bin û li hemberî nirxên gelê kurd rêzdar bin."