Li Cizîrê şevê din li dijî wesayîtek polîsan ya tîpa Akrep êrîşa bombeya deng pêk hat.
Şevê din di demjimêr 22.00 û 23.00'an de li dijî wesayîta polîsan ya tîpa Akrep ku li kolana Hezexê derketibû tûr di avêtin, êrîşa bombeya deng pêk hat. Bombeya deng ku ji aliyê kes û kesên nasnameya wan nediyar ve hate avêtin, bi dengekî mezin zêde teqiya. Bi teqînê re welatî ketin nava tirsê. Piştî bûyerê gelek wesayîtên polîsan hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.