Gerîlayên jin ên YJA-Starê li dijî Qereqola Girana ya li navçeya Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistin.
Navenda Çapemeniya HPG’ê got; “Di 22'ê Cotmehê de di saet 14.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”