'Li dijî Komploya Navneteweyî dînamîka têkoşînê'

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr diyar kir, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan ne tenê li dijî vîna gelê Kurd, li hemberî şensê bidestxistina jiyana demokratîk û vîna demokratîk a gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr diyar kir, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan ne tenê li dijî vîna gelê Kurd, li hemberî şensê bidestxistina jiyana demokratîk û vîna demokratîk a gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Azad ên Kurdistanê (KJK) Esma Semsûr, salvegera 16. a komploya navneteweyî nirxand û destnîşan kir ku nêrîna bingehîn a komployê, bicihbûna hegemonya kapîstalîst a navneteweyî li Rojhilata Navîn e.

Semsûr da zanîn ku di rewşeke xetimandî ya modernîteya serdest de, komplo li dijî bilindbûna pêngava dîrokî ya li Rojhilata Navîn destwerdanek bû û got, "Modernîteya kapîtalîst eger nikare pêngavekê biavêje, hingî wê pêşî li pêngavên şoreşgerî bigire; rewşa kaotîk a derkeve holê jî wê dirêj bike û li demê belav bike. Wê gelan bîne pêşberî hev, di navbera mezheban, civatên olî, çand, çînên civakî û nasnameyên zayendî de nakokiyan derxîne, pirsgirêkan kûrtir bike û zemîneke kaosê ya karibe xwe jê xwedî bike, biafirîne."

'KOMPLO ROJHILATA NAVÎN XIST RÊYEKE JÊVEGER NÎNE'

Semsûr diyar kir ku di salvegera 16. de aliyên rastî yên têkoşîna rêxistinbûyî û hişmendiya li dijî komployê bêhtir derketine holê û destnîşan kir, ku di heman demê de çarçove û armancên komployê jî zêdetir tê dîtin. Semsûr da xuyakirin ku hatiye fêmkirin; çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê Rojhilata Navîn veguherîneke heremêke ku modelên demokratîk ên alternatîf û jiyana azad lê belav bibe.

Semsûr ragihand, ku pêvajoya bi komploya navneteweyî re destpê kir, Rojhilata Navîn xistiye ser rêyeke nû ya guherînê û her tişt li gorî vê guhertinê teşe digire û got, "Rojhilata Navîn ya wê bikeve serdemeke nû ya neteweyên demokratîk û ronakbîriyê, yan jî wê di nava kaosê de bi her şêwe destwerdanên derve û operasyonên rêkûpêkkiriyê yên kapîtalîzmê re wê bibe herêmeke hegemonya navneteweyî ji aliyê îdeolojîk-çandî û siyasî ve lê bicih bûye."

ROJHILATA NAVÎN CIHEKÎ HEMÛ DEWLEMENDÎ LÊ HENE

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr bal kişand ser dewlemendiya Rojhilata Navîn a ji aliyê nasname, çand, mirov, ol û çavkaniyên enerjiyê yên mûezem û axaftina xwe wiha dewam kir: "Komploya navneteweyî bi hemû qirêjî û armanca xwe re derketiye holê. Pêvajoya komployê ya li hemberî Rêbertiya me hat kirin, ne tenê li dijî vîna gelê Kurd li hemberî vîna demokratîk û şensê jiyana bi hev re ya hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Beriya her tiştî komployek li dijî gelên Kurd û Tirk hatiye kirine. Di kesayetiya Kurdan de xwestine erdnîgarî û gelên Rojhilata Navîn têxin nava şer. Û Kurd li ser piyan e; Dînamîka bingehîn a pêngava demokratîkkirina Rojhilata Navîn e."