Li dijî çeteyên êrîşî Şêx Meqsûdê kirin operasyon
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê, 23’yê Hezîranê saet di navbera 00.00 û 01.30'an de bi topên hewan û cehenemê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê.
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê, 23’yê Hezîranê saet di navbera 00.00 û 01.30'an de bi topên hewan û cehenemê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê.
Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Ragihandina Navenda YPG’ê ve hatiye dayîn komên çete yên ku di bin navê Koalîsyona Sûriyeyê de civiyane, bi hevbeşî êrîşên xwe didomînin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komên çete yên bi navê, ‘’ Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî’’ li dijî Şêx Meqsûd a Helebê êrîş anîne.
Li hemberî êrîşên ku 21’ê Hezîranê saet 23.00'an de, 22’yê Hezîranê di navbera saetên 13.30 û 15.00'an de, 23’yê Hezîranê di navbera 00.00 û 01.30'an pêk hatine, Navenda Ragihandina YPG’ê ev agahî dan: “Hêzên me yên ku piştî cihên çeteyên êrîş dikirin zelalkirin li herêma Şara 20. , Eşrefiye û gundê Pîno operasyon li dar xistin. Di encama van operasyonan de li herêma Şara 20. de 5, li herêma Eşrefiye 1 û li herêma gundê Pîno jî 1 çete hatin kuştin.’’
Dîsa di heman daxuyaniyê de agahî hate dayin ku 22’yê Hezîranê berê sibehê çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birine ser bajaroka Şêxler a ku dikeve başûrrojavayê Kobanê.