Li devera Bakirtepe ku ji Elewiyên li navçeya Kangal ya Sêwasê jiyan dikin cihekî pîroze, ji bo li zêrê siyanurî bigerin lîsans daye şîrketa binavê Demîr Export. Elewiyên ku li herêmê jiyan dikin bertek nîşanî xebatê dan.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, saziya Lêgerîna Teknîk ya Madenê li devera Bakirtepe ku çiyayekî volkanîk yê vemiriye û girêdayî Çiyayê Yama ye zêr lê tespît kirine û her wiha di sala 2006’an de ruhsatê bikaranînê dane fîrmaya Demîr Export ku çil sale li herêmê hesin û krom derdixe. Fîrmaya ku di hema îlonê de ji bo lêgerînan ketin tevgerê ji aliyê derdoran ve hate protesto kirin.
Derbarê mijarê Serokê Giştî yê berê yê ABF’ê Alî Balkiz daxuyaniyek da rojnameya Cumhuriyetê û diyarkir ku, “Ev tê wateya bidawîbûna neslê masiyên doctor û seyên kangal ku di cîhanê de meşûrin. Ev deverekî ku bi sedsalane hemû gundî ji bo qurbanê didin, qurbana serjê dikin, ziyaretgehekî pîroze. Ev qasî ku êrîşeke li ser xweza, jiyan, dîrok û çandê ew qas êrîşeke li ser baweriyê jî.”
Beriya niha jî hikumeta AKP’ê li Dêrsimê deverên ku ji bo Elewiyan pîrozin santralên hîdroelektirîkê lê bicih kiribûn û hemû der dibin avê de mabûn.