Di çalakiya gerîlayan a li Dêrsimê de polîsek ê tevgera tayet ê artêşa Tirk hate kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) da zanîn ku 23’yê cotmehê li Dêrsimê polîsek ê tevgera taybet hatiye kuştin.
HPG-NÇR ev agahî d; “23'ê Cotmehê di saet 17.10'an de li navenda Dersimê li dijî nuqteya polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsek hatiye kuştin.”
Her wiha HPG-NÇR’ê diyar kir ku 24'ê Cotmehê di saet 17.00'an de li herêma Madûrê li dijî helîkoptereke skorsky a ji navçeya Qaxizmana Qersê ber bi navçeya Zêdkana Agiriyê ve diçe ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Helîkoptera derbe xwariye naçar maye li Agiriyê daxîne.”
HPG-NÇR’ê got; “ Artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Kizil û Gundê Çermê ya li çiyayê Agiriyê ye kemînan vedide û hewldanên keşfê berdewam dike.”