Li Dêrsimê fikara DAIŞ’ê

Li Dêrsimê li avahiyekî sirûda DAIŞ’ê ya ‘Dawlah el-Îslam qamat’ hat nivîsin.

Li Dêrsimê li avahiyekî sirûda DAIŞ’ê ya ‘Dawlah el-Îslam qamat’ hat nivîsin. 

Li Dêrsimê li taxa Sîhenk li avahiyekê sirûda DAIŞ’ê hat nivîsîn û welatiyên taxê ketin nava fikaran. Li ketin û derketina avahiyê jî ekîbên lêkolîna cihê bûyerê, xebatên xwe didomînin.

Li panoya di têketina avahiya Vadî ya li Kolana 69. a Taxa Sîhenke de, sirûda DAIŞ’ê ya ‘Dawlah el-Îslam qamat’ hat nivîsin û vê jî gel xist nava fikaran.  Şêniyên avahiyê piştî vê nivîsa sirûda DAIŞ’ê  dîtin, li Midûriyeta Emniyeta Dêrsimê geriyan û ekîbên hatin cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

'FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN'

Şêniyê avahiyê Şerafettîn Coşkûn got: "Saet di 07.30’an de ez ji sûkê dihatim malê. Min nivîs dît. Ev rewş me dixe nava fikaran. Di vê mijarê de divê tiştên pêwîst bên kirin. Em ji çapemeniyê dişopînin ku çeteyên DAIŞ’ê sînor derbas kirine."