Li Dêrsimê 5 kes hatin binçavkirin

Li Dêrsimê 5 kes hatin binçavkirin

Li Dêrsimê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 welatî binçav kirin.

Yekîneyên midûriyeta polîsan serê sibê li taxa Sîhengê ya Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 welatiyên ku navê wan nehat zanîn binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şehit Nahit Bulut. Hete zanîn ku dema 5 kes hatin binçavkirin dirûşmeyên "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Hate zanîn ku 5 kesên hatin binçavkirin endamên TAYAD'ê ne.