Li Dêrsimê 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Dêrsimê 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê nasnameyên çar gerîlayên HPG’ê yên 23’yê cotmehê li Dêrsimê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên HPG’ê yên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir û ev agahî da:

“Di 23’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li navedan Dersimê di navbera gundên Şekerman û Paxê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatibû lidarxistin. Di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên dijmin de pevçûn qewimiye herweha ji aliyê wesayitên zirxî jî herêm bi dijwarî hatiye gulebarankirin. Di encama van pevçûnan de 4 rêhevalên me bi lehengî li ber xwe dane û gihîtine şahadetê.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

-Sûat Akin, bi nasnavê Rojhat Batman, cihê jidayikbûnê: Êlih

-Servet Fîdan, bi nasnavê Çekdar Cîlo, cihê jidayikbûnê: Cizirê, Şirnex

-Nasir Ruhîbaz, bi nasnavê Aso Mahabat, cihê jidayikbûnê: Mahabat

-Firat Begun, bi nasnavê Avareş Firat, cihê jidayikbûnê: Piran - Amed