Li Dêrikê qezayeke trafikê: 16 mirî, 29 birîndar - HATE NÛKIRIN

Li Dêrikê kamyona ku frênê wê teqiya ket nava qelebalixiyê. Di Qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li têketina navçeya Dêrik a Mêrdînê îro danê êvarî du wesayît qeza kirin. Gava welatî bi hawariya kesên birîndar ve diçûn, kamyona ku hat hîn bûn a Cengîz Holdîngê ye frênê wê teqiya û ket nava qelebalixiyê. Di qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku di qezayê de 16 kes jiyana xwe ji dest dane û 8 jê giran 29 kes jî birîndar bûne.