Li navçeya Depa Elezîzê ji 3 kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin, Mûhammed Kaya bi hinceta “Endamê rêxistinê” hat girtin. Li Tetwanê jî 6 kesên ku ji bo Newrozê belavok belav dikirin hatin binçavkirin.
DEP
Li navçeya Depê ya Elezîzê di pîrozbahiya Newrozê de welatiyên bi navê Muhammed Kaya, Ozan Kaya û Bunyamin Olgun hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li edliyeyê kesên bi navê Ozan Kaya û Bunyamin Olgun serbest hatin berdan û Muhammed Kaya bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. Kaya şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê 6 welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê belavok belav dikirin li navenda bajêr hatin binçavkirin. Hate zanîn di nav kesên hatine binçavkirin de hevşaredarên Pirsûs û Tatîkê jî hene. Parlamenterên HDP'ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat û Mahmut Celadet Gaydalı jî li gel kesên hatin binçavkirin çûn emniyetê. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM a Tetwanê têne girtin.