BI DÎMEN

'Li dengê xwe xwedî derkevin'

Gerîlayên HPG'ê Aram Adali û Birîndar Newroz, li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivîn, bang li gel kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê û xwedî li dengê xwe derkevin.

Gerîlayên HPG'ê Aram Adali û Birîndar Newroz, li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivîn, bang li gel kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê û xwedî li dengê xwe derkevin.

'DI KESAYETIYA ŞEHÎD LOKMAN DE HER KES LI PIŞT PANZERÊ HAT KAŞKIRIN'

Gerîla Adali wiha axivî: "Di destpêkê de ez gelê Kurd bi taybetî jî berxwedana gelê Cizîrê silav dikim. Di demên dawî de mirov dikare siyaseta AKP wiha binerxîne ku Recep Tayyîp Erdogan dixwaze ku serdestiya padîşahtiyê di kesayeta xwe de ji nû ve şênber bike. Li ser axa Kurdistanê û bi dagirkeriyek xerab re dixwaze hîn bêhtir gelê Kurd têxe bin bandora xwe. Gelê Kurd êdî ne gelê berê ye û niha ji bo xwe tevdigere, ne ji bo djiminê xwe. Ji ber vê yekê AKP a bi peşengiya Erdogan êrîşî gelê Kurd dike. Bi rengekî hovane zarok, ciwan, jin, extiyaran qetil dike. Her wiha mîna şehîdgehan êrîşî nirxên pîroz ên gelê me dike. Hevalên me yên jin ên şehîd ketine, bedena wan teşhîr dike, ciwanên me yên şehîd ketine li pişt panzerê bi erdê re kaş dike. Divê gelê me baş zanibe ku ya bedena wê li naverastê hat teşhîrkirin jin hemû ne, yê ku bedena wî li pişt panzerê bi erdê re hat kaşkirin jî gel hemû ye."

'ERDOGAN CIHÊ ÇÎLLER DAGIRTIYE'

Adali axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Heman zîhniyeta Çîller îro di şexsê Erdogan de şênber bûye, Erdogan cihê Çîller niha dagirtiye. Ji bo hilbijartin di rewşeke aram de derbas bibe rêxistina me KCK'ê agirbest îlan kir, ku her kes karibe bi hêsanî biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Tevî vê yekê jî AKP'ê êrîş û hovîtiya xwe ne sekinand. Em dibêjin; li dijî neteweya kapîtalîst a yekrengî diparêze, wê têkoşîna me bi ser bikeve. AKP wê hesabekî giran ê van êrîşên xwe bide. Ji ber ku di cîhanê de ti zindî bêparastin nîne. Mafê me jî yê parastinê heye."

Adali di dawiya axaftina xwe de got:  "Pêwîste gelê me hişyar be li dijî lîstokên AKP û xwe bikin mertal li derdora sindoqan. Weke 7 Hezîranê ji bo ku em bi ser bikevin û îradeya gel careke din were nîşandan, em vejînek nû biafirînin. Ji bo bi ser ketina azadiyê, divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve."

'GELÊ ME WÊ BERXWEDANA XWE BIDOMÎNE'

Gerîlayê HPG'ê Birîndar Newroz jî ev nirxandin kir: "Nêzî 40 sal in gelê me li ser piyan e û li dijî sîstema desthilatdar bê rawestan têdikoş e. Ev gel li her kolan û bajaran ji bo azadiyê dimeşe. AKP û Erdogan mîna salên 90'î dixwaze bi rêya valakirina gun û bajarên Kurdistanê, bi qetilkirina ciwanên Kurd desthilatdariya xwe bidomîne. Di navbera Erdogan û DAIŞ'ê de ti cudahî nîne. Tiştên Erdogan tîne serê gelê me, ne kêmî yên DAIŞ'ê ne. Li hemberî vê yekê gelê me xweseriya xwe îlan kir."

Newroz di dawiya axaftina xwe de got: "Niha li Bakurê Kurdistan’ê em di demeke hilbijartinê de derbas dibin. Pêwîste gelê me saziyên xwe ava bike û li ser bingeha xweseriya demokratîk li hemberî êrîşên dewletê berxwedana xwe heta serketinê bidomîne."

...