NÛ BÛ

Li dehan gundan derketina derve hat qedexekirin

Artêşa Tirk operasyona xwe ya li Amedê berfireh dike. Di çarçoveya operasyonê de li 6 gundên navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derketina derve hat qedexekirin.

Li bejahiya navçeyên Licê, Pasûr, Farqîn, Hênê û Hezro yên Amedê û bejahiya Dara Hênê ya Çewlikê operasyona leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de balafirên şer ên Tirk bombeyan li derdora bundan dibarînin.

Li 39 gundên ser bi navçeyên Amed Licê, Karaz û Hezroyê, ku operasyon lê tê meşandin, derketina derve hatiye qedexekirin.

Gundên hatine qedexekirin ev in: Gozebaşi, Gokçe, Boyûnlû yên Karazê, Çîftlîbahçe yê Hezroyê û gundên Ortulu, Ergînkoy, Kiralan, Dernek, Yamaçli, Akçabûdak, Kiliçli, Yorûlmaz, Yalimli, Baharlar, Hedîk, Bayirli, Saydamli, Baglan, Serînce, Yalaza, Ortaç, Kayacik, Ûçari, Esenler, Ziyaret, Dolûnay, Çavûndûr, Çagdaş, Dîbekkoy, Yolçati, Arikli, Ûlûcak, Guldîken, Yaprakkoy, Tûzlakoy, Damar, Siginak, Bûdak û Kabakaya yên Licê.

Li aliyê din, li 6 gundên ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, ji saet 09:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Çewlikê de hat gotin, li herêma navbera gundên Şehîtkoy, Yenîyazi, Yazkonagi, Yolaçti, Buyukçag û Yayla wê operasyona leşkerî were meşandin.

...