Li 'Daristana Rêbertiyê' hezar şitil hatin çandin

Şaredariya Xelfetiyê li 'Daristana Rêbertiyê' ya par li gundê Amara hat çêkirin, hezar şitlê daran çand.

Şaredariya Xelfetiyê li 'Daristana Rêbertiyê' ya par li gundê Amara hat çêkirin, hezar şitlê daran çand.

Şaredariyê Xelfetiyê di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li 'Daristana Rêbertiyê' ya di 5'ê Nîsana 2014'an de hat çêkirin hezar şitil çand. Piraniya darên ji aliyê Hevşaredarên Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û Mûstafa Bayram û xebatkarên Şaredariyê çandin, şitlê darên çam û fêkî ne. 

Hevşaredaran di dema çandina daran de daxuyaniyek dan û anîn ziman ku daristana dar lê tên çandin wê timî were parastin û bala wan wê her tim li ser be. Hevşaredaran ragihandin ku xebatên çandina daran wê dewam bikin.