Li Danîmarkayê şeva piştgirîdayîna HDP'ê
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi dirûşma "HDP hêviya gelan e, xwedî li hêviya xwe derkeve" şevek hat lidarxistin. Di şahiyê de endamê KNK'ê Adem Ûzûn û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan axivîn.

Xebatên HDP'ê yên li derveyî welat dewam dikin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê (FEY-KURD) ve li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi dirûşma "HDP hêviya gelan e, xwedî li hêviya xwe derkeve" şevek hat lidarxistin. Di şeva bi beşdariya hezar kesî de hunermendên Kurd Ergîn Xelîkan, Ferhad Cîlo û Newzat Tûnç derketin ser dikê.
KAPLAN: HDP PARTIYA TEVAHIYA GELÊN ANATOLIYÊ YE
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan li şevê axivî û anî ziman ku HDP ne tenê partiya Kurd û Tirkên li Tirkiyeyê, partiya tevahiya gelên Anatoliyê ye. Kaplan destnîşan kir ku HDP wê bi hêsanî benda hilbijartinê ya ne demokratîk, derbas bike.
ÛZÛN: BI BEND Û ZEXTAN RE ÊDÎ PÊŞÎ LI KURDAN NAYÊ GIRTIN
Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn jî da xuyakirin ku bi bend û zextan re êdî pêşî li Kurdan nayê girtin û anî ziman ku Kurd bi saziyên xwe re gihaştine asta xwe birêvebirinê. Ûzûn da xuyakirin ku ji ber vê yekê Kurd bê alternatîf nînin û ji bo Kurdên li Danîmarkayê got, 'Li Danîmarkayê namzetê ku herî baş Kurdan temsîl dike namzetê Partiya Gel a Sosyalîst Serdal Benlî" û banga xwedîderketina li Benlî kir.