Li Danîmarkayê şeva ji bo piştgiriya Rojava û Şengalê
Li bajarê Odense yê Danîmarkayê, Kurdistaniyan ji bo destekê bidin Rojava û Şengalê şevek organîzekirin.,
Li bajarê Odense yê Danîmarkayê, Kurdistaniyan ji bo destekê bidin Rojava û Şengalê şevek organîzekirin.,
Li Ewropayê çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo destekkirina Şengal û Rojava dewam dikin. Bi vê armancê, li bajarê Danîmarka Odense şevek ji bo Rojava û Şengalê hat organîzekirin.
Şev ji aliyê Nûnertiya PYD'ê ya Odense ve hat organîzekirin û endamên Nûnertiya HDP'ê ya Odense, endamê Meclîsa Şaredariya Odense Brîan Skov Nîelsen, Nûnerê YNK'ê Serdar Mihemed, Berdevka Komîsyona Jinan a PYD'ê Hanîfe Hebo û gelek Kurdistanê beşdar bûn.
Şeva piştgiriyê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Endamê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê beşdarî şahiyê bû û li ser rewşa dawî ya Rojava û Sûriyeyê agahî da, nirxandin kir. Xelîl bal kişand ser operasyonên Şengal û Holê û da zanîn ku pêşketinên li Rojava û Şengalê ne tenê herêmê, bandorê li tevahiya cîhanê dikin. Xelîl got, "Barbariya DAIŞ'ê li hemberî hemû mirovahiyê gef û xeteriyeke. Di serî de gelê Kurd, divê hêzên YPG/YPJ ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şerekî rewa û mafdar dimeşîne, ji aliyê tevahiya cîhanê ve bên destekkirin."
Xelîl ragihand ku azadkirina herêmê ne tenê bi kêrî Kurdan û gelên herêmê tê, di heman demê de tê wateya azadbûna tevahiya mirovahiyê û got, "Barbarî û çetetiya DAIŞ'ê wê ji sedî sed bê têkbirin.
Piştî axaftina Xelîl, endamê Meclîsa Şaredariya Odense Brîan Skov Nîelson, Nûnerê YNK'ê Serdar Mihemed, Endama Komîsyona Jinê ya PYD'ê Hanîfe hebo jî derketin pêşberî beşdaran û peyamên xwe pêşkêş kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser pêngavên li Rojava û Şengalê û komkujiya li Parîsê hat bibîrxistin. Hat destnîşankirin, ku divê hêzên YPG/YPJ, HPG û YJA Star ên li dijî DAIŞ'ê têdikoş in, werin destekirin.
Di şevê de hunermend Dilyar Ebdo, Suleyman Abdullah, Bêrîvan Arîn, Sîmar, Jger Rash û Ferhat Gîl hunera xwe pêşkêş kirin. Şev bi gerandina govendê bi dawî bû.