Li Cûdiyê berxwedan hat silavkirin

Li Şirnexê li hember êrşên qirkirinê ev 6 roj in berxwedaneke mezin dimeşe, berxwedan bi agirê Newrozê yê li ser Çiyayê Cûdiyê hatî pêxistin, hat silavkirin. Li bajar şer bi dijwarî berdewam dike, hat ragihandin ku çeteyekî qesrê hatiye kuştin.

Li Şirnexê li hember êrşên qirkirinê ev 6 roj in berxwedaneke mezin dimeşe, berxwedan bi agirê Newrozê yê li ser Çiyayê Cûdiyê hatî pêxistin, hat silavkirin. Li bajar şer bi dijwarî berdewam dike, hat ragihandin ku çeteyekî qesrê hatiye kuştin.

Li Şirnexê li hember êrşên qirkirinê ev 6 roj in berxwedanekî mezin dimeşîne, berxwedan bi agirê Newrozê yê li ser Çiyayê Cûdiyê hatî pêxistin hat silavkirin. Di saetên şevê de agirê ku li qûntarê Rojavayê Çiyayê Cûdî hatî pêxisin ji navenda bajar hat dîtin, guleyên hewayî yên ku li esmanê Şirnexê ronî kirin, berxwedana li bajar silav kir. Hêzên YPS û YPS-Jin bi tilîliyan bersiva silavên berxwedêrên Çiyayê Cûdiyê dan.

Hat ragihandin ku êrîşên tank, top, obusan û çekên giran ên rejîma Tirk a li hember taxan berdewam dikin, di saetên şevê de şer li Taxên Yeşîlyûrt, Bazîpaşa û Îsmetpaşa dijwar dibin. Di şerê li Taxa Yeşîlyûrtê herî kêm tîmekî taybet hatiye kuştin û gelek tîmên taybet jî birîndar bûne. Di nava rojê de di şerê li heman herêmê 2 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bibûn.
Êrîşên bi top, hewan û obusan li hember taxên xwerêveberiyê berdewam dikin, li Taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa û Îsmetpaşa şerên dijwar didomin.

Di saetên şevê 19:00-21:00’an de 4 caran sewqiyata leşkerî ji bo bajar pêk hatiye. Konvoyek nêzî 90 wesayîtan ên ji aliyê Cizîrê ve hatin, ber bi 23. Fermandariya Tumen a Sînor ê Jendermeyan ve çû.

Hat diyarkirin ku di şerên tevahiya rojê de karkerê kalorîferê Mehmet Sadik Alturk ê li Taxa Vakifkenta  li lojmana polîsan jiyana xwe ji dest da.