Li Gundê Otlûca yê Colemêrgê nêzî Girê Bayrak ku polîsên tevgera tîmên taybet nobet lê digirt teqînekê rû da. Hate ragihandin ku zarokek birîndar bûye.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li taxa Yenî ya Colemêrgê li ser rêya Gundê Otlûca teqînekê rû da. Hate ragihandin ku îro li derdora demjimêr 11.00’an ya herêmî de li nêzî Girê Bayrak yê ku polîsên tevgera tîma taybet lê bûn teqînekê rû da û zarokek birîndar bûye.
Li herêma ku teqînê lê rû dayî bi gelek wesayîtên zirxî polîs û leşker veguhestinê. Walîtiya Colemêrgê aşkera kir ku, têkildarî bûyerê kesek hatiye binçavkirin.