Li bajaroka Rûbarokê ya Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran bi ser malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de rêveberê MEYA-DER'ê Ramazan Sever û birayê wî binçav kirin.
Duh Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn çû Rûbarokê û cerdevan ziyaret kirin. Di ziyareta Wezîr Şahîn de ciwanê ji gundê Herkişkê Aydin Cengiz, bertek nîşanî Şahîn dabû û ji aliyê leşker û cerdevanan ve rastî lêdanê hatibû.
Şevê din jî leşker û cerdevanan bi ser mala Rêvberê MEYA-DER'ê ya Bajaroka Rûbarokê Ramazan Sever de girt. Leşkeran di serdegirtina malê de Ramazan Sever û birayê wî Resul Sever binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Şemzînanê.