Li Colemêrgê dengê teqîn û çekan

Li Colemêrgê piştî teqîna li ber Qişlaya Şehît Jandarma Astsubay Ustçavuş Fatîh Bulbul dengê çekan bilind bû.

Li Colemêrgê piştî teqîna li ber Qişlaya Şehît Jandarma Astsubay Ustçavuş Fatîh Bulbul dengê çekan bilind bû.

Li Colemêrgê danê êvarî li nêzî Qişlaya Şehît Jandarma Astsubay Ustçavuş Fatîh Bulbul a li Taxa Yenî teqîneke mezin rû da. Piştî teqînê ku gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin dengê çekan bilind bû.

Piştî teqînê derdora qişleya leşkerî, taxên Yenî û Bûlak ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin.

Bi bûyera ku rû da hejmara wesayîtên zirxî yên li ber avahiya MÎT’ê hatin zêdekirin.