Li Colemêrg û navçeyên wê jiyan sibe diraweste

Li Colemêrg û navçeyên wê jiyan sibe diraweste

Çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 12'ê Îlonê ji bo bicih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk destpê kiriye, di roja 48'an de berdewam dike. Ji bo piştgirîdayîna berxwedana çalakiyên birçîbûnê li Colemêrg û navçeyên wê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn û ji bo meşa sibe ya jiyanê rawestînin banga tevlîbûnê hatin kirin.

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî dê sibê meşek bigirseyî pêk bînin. Girseya ku sibê di demjimêr 10.00’an de li ber avahiya BDP'ê kom bibe, dê heta şaredariyê meşek girseyî pêk bînin. Piştî meşê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li bendê ye ku sibê kes zarokên xwe neşîne dibistanê û kes neçe ser kar.

GEVER

Li navçeya Geverê jî girse bi boneya piştgiriyê bide çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku 48 rojin di grevê dene dê di demjimêr 10.00'an de li ber Otela Oslo kom bibin û meşek girseyî pêk bînin. Girseya ku li ber Otelê kom bibe dê heta Girtigê meşê pêk bînin. Meşa ku di pêşengiya BDP'ê de bê lidarxistin. Dê sibê Parlementerê BDP'ê Esat Canan û Şaredarên Geverê û Bajêrgehê jî beşdarî meşê bibin. Îro belavok hatin belavkirn û banga tevlîbûna meşê hate kirin.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî di pêşengiya BDP'ê de dê sibê bi girseyî meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn. Rêxistina BDP'ê bang li welatî û esnafan kir û xwest sibê kes neçin kar û tevlî meşê bibin.