Bûyerên li navçeya Geverê serê sibê dest pê kirin, berdewam dikin. Li Colemêrgê jî li taxan ciwan bi polîsan re şer didikin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî daxuyaniya bi deh hezaran kes tevlî bû bûyerên derketin berdewam dikin. Li navçeyê di dest bûyeran de navçe vegeriya qada şer.
Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxele kirin û civanan jî bi kevir û molotfan bersiv dan. Hate îdîakirin ku piştî polîsan bi çekan mudaxele li çalakvanan kir li hinek kolanan çalakvanan jî bi çekan bersiva polîsan da. Ligel polîsan bi 15 wesayîtên zirxî mudaxale kir ciwana belavnebûn û bi tupa oksîjenê dîreka kameraya mobeseyê birîn û xistin erdê. Çalakvanan kamerayên mobest taxrîp kirin.
Li Colemêrgê jî bûyerên piştî mudaxeleyê dest pê kirin berdewam dikin. Ciwanên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê dirûşim qêriyan bi kevir û molotfan bersiva polîsan da. Bûyerê di serî de li taxa Pehlîvan û Keklîpinarê û gelek nokqeyên din berdewam dikin.