Li Cizîrê zarokên nîşaneya serketinê kirin hatin binçavkirin

Li Cizîrê polisên ji bo ewlehiya sewqiyata leşkerî nobet digirtin li Taxa Yafesê du zarokên nîşaneya serketinê kirin binçav kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polisên ji bo ewlehiya sewqiyata leşkerî nobet digirtin bi hinceta kevir avêtine, zarokên bi navê H.B. û S.B. binçav kirin. Nêzi 10 wesayîtên zirxî yên leşkerî û 5 otobûsên ku têde leşker hebûn dema li ser rêya derdorê ya li Taxa Yafesê derbas dibûn zarokên taxê nîşaneya serketinê kirin. Piştî zarokan tiliyên xwe rakirin polîs bi wesayîtên zirxî ketin nava taxê û bi hinceta kevir avêtine, 2 zarok binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan zarok birine Qereqola Murat Akança.

Welatiyên li taxê dijîn bertek nîşanî helwesta polîsan dan û diyar kirin ku polîs timî guleyên plastîk bera nava taxê didin.