Li Cizîrê, wesayîta anonsê ya HDP'ê hat desteserkirin
Beriya çalakiya Newrozê ya li Cizîrê, wesayîta anonsê ya HDP'ê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hat desteserkirin.
Beriya çalakiya Newrozê ya li Cizîrê, wesayîta anonsê ya HDP'ê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hat desteserkirin.
Navçeya Şirnex Cizîrê, ku wê Newroza fînalê lê bê lidarxistin, ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Li pêşiya navçeyê, otobusa anonsê ya HDP'ê ji aliyê polîsên Tirk ve hat desteserkirin.
Hêzên dewleta Tirk bêyî ku sedemekê nîşan bidin, hema ji ber xwe ve dest danîn ser otobusê. Ajokarê otobusê Ferhat Dalmizrak û teknîsyenê bi navê Celal ê navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.