Li navçeya Cizîr ya Şirnexê girseya ku xwest ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk meşê pêk bînin, polîsan destûr neda û piştî bi bombeyên gazê êrîşî gel kir pevçûnê rû da.
Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehê Tirk ku di roja 49’mîn de ye, li gelek bajar û navçeyan meş û bûyer didomin, li navçeya Cizîrê di nav de Şaredarê Cizîrê Mustefa Goren û rêveberên BDP’yî heyî bi hezaran kesên xwestin bimeşin polîsan destûr neda. Dema ku girseyê xwest bi meşe polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Gel jî bi keviran bersiv da polîsan.
Li navçeyê pevçûnên dijwar li navçeyên Nûr û Cûdî didomin.