Li Cizîrê gel li ber xwe da, qedexe rabû
Li Cizîrê qedexeya derketina kolanan a ji aliyê walîtiyê ve hatibû îlankirin di roja 2'yemîn de hate rakirin lê li navçeyê êrîşa polîsan berdewam dike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a ji aliyê walîtiyê ve beriya 2 rojan hatibû îlankirin hate rakirin. Di malpera walîtiyê de hate gotin ku li navçeyê saet ji 14.20'an pê ve qedexe hatiye rakirin. Tevî ku qedexe hat rakirin jî li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûr êrîşên polîsan berdewam dike. Li navçeyê di qedexeya 2 roj berdewam kir de 6 welatî di encama gulebarana polîsan de birîndar bûn û welatiyek jî ji ber astengkirina polîsan ji ber ku nekarîbûn bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.