Li Cizîrê gel ji bo Newrozê li ber avahiya DBP'ê dicive

Hêzên dewleta Tirk ên Cizîr dorpêç kirine, ji bo provokasyon û astengkirinê çi ji destên wan tê dikin. Lê di serî de malbatên kesên ruh dane berxwedanê bi sedan kes ketin qada ku di bin dorpêçê de ye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê beriya fînala Newrozê ku wê ji bo bîranîna kesên di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan bê lidarxistin, terora dewleta Tirk dewam dike. Hevserokên ji Amedê bi rê ketin, lê li Hezexê hatin astengkirin, ji bo karibin xwe bigihînin Cizîrê di nava hewldanan de ne. Li Cizîrê jî binçavkirin çêbû. Tîmên taybet mînîbusa ji Silopiyayê hat rawestandin û 2 ciwanên ku navên wan nehat hînbûn binçav kirin. Dîsa li kolana Orhan Dogan jî ciwanek hate binçavkirin. 

Tevî hemû astengiyên hêzên rejîma Tirk jî gel tên ber avahiya DBP'ê ya Cizîrê. Bi taybetî malbatên kesên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan serê sibehê hatin qadê. Dîsa malbatên Hevseroka Meclîsa Gel a Silşopiyayê Pakîze Nayir û yê Mele Hasan Sanir (80) ê ku li Silopiyayê hate qetilkirin û canezayê wî 8 rojan li erdê ma jî hatin Cizîrê. 

Li bendê ye ku bername saet di 13.00'an de destpê bike. Dengbêjên li ber avahiya DBP'ê kilaman dibêjin.