Li Cizîrê êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê kesê bi navê Mehmet Emîn Guven ku li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê duh di demjimêrên 23.15’an yên şevê de kesê bi navê Mehmet Emîn Guven yê 30 salî, li ber deriyê mala xwe ya li Kolana Aşût ya Taxa Nûr ji aliyê kes yan jî kesên ne nas ve rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî êrîşê Guven jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guven bi ambulance rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, her wiha polîs jî hatin cihê bûyerê û heye direngî şev hûrkolîn pêkanîn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.