Li Cizîrê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû ji aliyê kes yan jî kesê ne nas ve hate şewitandin.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê duh di demjimêrên şevê de kes yan kesên ne nas Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancîoglû ya li Taxa Nûr şewitandin. Dibistana ku agir jê bilind bû, zirarek aborî lê rûda. Her wiha agir ji aliyê yekîneyên îtfayê yên Şaredariya Cizîrê ve hat vemirandin. Piştî demek kurt polîs hatin cihê bûyerê kordonê ewlekariyê girêdan û hûrkolîn pêkanîn.