Di navbera ciwanên ku li navçeya Cizîr ya Şirnexê rê li trafîkê girtin û polîsan de pevçûnê rû da.
Bisedan ciwanên ku ji bo protesto kirina êrîşên komên çete yên li ser navçeya Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, tundiya li dijî jinê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin kolana çalakî pêkanîn.
Ciwanên ku rêya Hezex-Cizîrê li trafîkê girtin, ji bo PKK’ê û Ocalan bênavber slogan hatin avêtin û çalakiyên xwe berdewam kirin.
Piştî ku polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û bibombeyên gazê êrîşî ciwana kir, ciwana jî bikeviran bersiv da. Pevçûnên ku belavî nava taxan bûn heya demjimêrên şevê dom kir.