Li Cizîrê bûyer rû dan

Li Cizîrê bûyer rû dan

Li Cizîrê di navbera polîsên hatin qada konê şînê yê ku ji bo Guven yê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dayî û ciwana de pevçûnê rû da.

Ji bo Mehmet Emîn Guven yê ku şeva din di encama êrîşa çekdarî de li navçeya Cizîra Şirnexê jiyana xwe ji dest da, konê şînê li Taxa Nûr hate vedan. Piştî ku gelek polîsên bi wesayîtên zirxî hatin cihê kona taziyê, ciwana bertek nîşan da. Li ser vê yekê di navbera ciwan û polîsan de pevçûnê rû da. Li dijî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê ciwana bi keviran bersiv da. Bûyerên ku qasî 10 deqîqeyan dom kir, bi dawî bûn.