Li çiyayê Şengalê Çarşema Sor tê pîrozkirin- BI DÎMEN

Di sala nû de Cejna Çarşema Sor a li gor baweriyan Êzidiyan, ji aliyê civaka Êzîdî ya piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Çiyayê Şengalê bicih bûn hat pîrozkirin.

Di sala nû de yekemîn Cejna Çarşema Sor a li gor baweriyan Êzidiyan, ji aliyê civaka Êzîdî ya piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Çiyayê Şengalê bicih bûn hat pîrozkirin. Êzidiyên li Çiyayê Şengalê bi girseyî Tirba Şerfedîn ziyaret dikin.

Cejna Çarşema Sor ku li gor baweriya civaka Êzidiyan yekemîn cejna salê ye li kampên Çiyayê Şengalê tê pîrozkirin. Li gorî baweriyê roja ku cîhan ava bûye û ji ber bi rengê kesk û sor û zer girtiye, bi hêkên kesk û sor û zer ên tên kelandin tê temsîlkirin. Di roja ku hêk hatin kelandin û xwarinên xêrê hatin dayîn, gelek malbat ji ber nikarin gorên xizmên ziyaret bikin xemgînin.  Êzidiyên Şengalê yên ji kamerayên me re axivîn behsa girîngî û cejnên berê kirin.