Li Cezaa û Hesekê 26 çete hatin kuştin

Li gundewarên Hesekê û herêma Cezaa yên Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG’ê de 26 çete hatin kuştin.

Li gundewarên Hesekê û herêma Cezaa yên Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG’ê de 26 çete hatin kuştin. Çalakiyek li Cezaayê ji aliyê tabûra YPG’ê ku bi temamî ji welatiyên ereb pêk tê ve hate lidarxistin.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê çalakiyên YPG’ê yên li herêma Hesekê û Cezaa daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me şevê din li herêma dikeve navbera Til Temir û gundê Xerîta yê giredayî Hesekê de li hemberî komên çeteyan çalakiyek lidar xistin. Hêzên me komên çeteyan ên li gundê Sêda hedef girtin û li vir tirimpêlek leşkerî ya çeteyan rûxandin. Hêzên me bi şeklekî bi bandor konwoya ku dixwest wekî mûdexele were qadê jî kir hedef. Di encama çalakiyê de 8 endamên çeteyan hatin kuştin. Yek jî çeteyên ku hatine kuştin, serokçeteyê bi navê Salih Xidir Derwêş (Ebu Bîlal) e.

Hêzên me şevê din li hember komên çeteyên ku li herêma dikeve navbera Til Xerîta û Mefreqa Sedîq ên giredayî Hêsekê de xwe bi cih kiribûn çalakiyek lidar xistin. Piştî çalakiyê li qadê pevçunên dijwar hatine jiyankirin. Çeteyên ku dixwestin bi tang û çekên giran mûdexeleyî qadê bikin jî bi şeklekî bandor hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 15 endamên çeteyan hatine kuştin.

Duh li hemberî komên çeteyên ku li gundên Filistîn û Misterîha yên giredayî herêma Cezaa xwe bicih kiribûn, çlaakiyek hatiye lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tabura Şehîd Diyap a ku di nava YPG’ de xwe saz kiriyê û bi temamî ji pêkhateya ereb pêk ve hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîtek leşkerî hat rûxandin û 3 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.”