Li gundê Hacilar a di navbera Çewlik û Kanîreşê de dema wesayîta leşkeran derbas dibû ji ber teqîna pêk hat 3 leşker mirin. Piştî teqînê leşkeran li herêmê operasyon da destpê kirin û di encama gulebarana leşkeran de li daristanê şewat derket.
Li gundê Hacilarê yê di navbera Çewlik û Kanîreşê de dema wesayîta leşkeran der bas dibû teqînekê rû da. Di teqînê de berbazek, 2 çawîşên pispor mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Piştî teqînê gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin û leşkeran herêm gulebaran kirin. Li aliyê din bi helîkopteran herêm hat bombe kirin û hat zanîn ku di encama bombebaranê de li qada daristanê şewat derketiye.