Li Çewlikê serdegirtinên malan

Li Çewlikê polîsan serê sibê bi ser gelek malên xwendekaran de girtin. Di encama serdagirtinan de hin xwendekar hatin binçavkirin.

Li Çewlikê polîsan serê sibê bi ser gelek malên xwendekaran de girtin. Di encama serdagirtinan de hin xwendekar hatin binçavkirin.

Li Çewlikê yekîneyên Şaxa TEM'ê û tîmên taybet serê sibê bi ser malên xwendekarên zanîngehê de girtin. Di encama serdagirtina malan de heya niha Unal Duz, Feyyaz Yahşî û Hamza Burulday hatin binçavkirin. Hate zanîn ku sedema binçavkirina xwendekaran di dema serketina Kobanê de tevlî pîrozbahiyan bû û di pîrozbahiyan de "dirûşmên dijzagonî berz kirin" hate nîşandan.

Di nav xwendekarên hatin binçavkirin de Rêveberê DBP'ê yê Çewlikê û di heman demê de xwendekara Unal Duz jî heye û Duz hefteya borî di operasyona li hemberî "YDG-H'ê" de jî hatibû binçavkirin û piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatibû berdan.

Xwendekarên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê.