Li Çermûgê keçeke 13 salî mirî hat dîtin

Li ser rêya gundê Fatwarî ya Çermûga Amedê zaroka 13 salî Zelîha Canli kuştî hat dîtin. Şiklê kuştina Zelîha Canli pirsa "Gelo bavê Zeliha keça xwe kuşt? anî aqilan.

Zaroka 13 salî Zelîha Canli li ser rêya gundê Fatwarî ya Çermûga Amedê kuştî hat dîtin. Zelîha Canli ku çek bir ji bavê xwe yê şivan re li ser rê kuştî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Bavê Zelîha Çandi Mahmut Canli ku kîlometreyek dûrî gund şivantî dikir, li keça xwe geriyaye û jê xwestiye ku tifingê jêre bibe. Hat zanîn ku dema Zeliha Canli tifing bi xwe re bir û çû cem bavê xwe hat kuştin. Piştî ku agahî ji Canli nehat girtin, welatî li Canli geriyan û li ser rê rastî bedena bêruh a Canli hatin.

Welatiyan cenazeyê Canli ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.