Gêrîlayên HPG’ê li dijî Herêma Baregeha Leşkerî ya Navçeya Çelê çalakî pêkanî û li gorî agahiyên destpêkê çawişekî pispor giran birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên sibehê de gêrîlayên HPG’ê li dijî Herêma Bargeheha Leşkerî ya Girê Gazî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêkanîne. Piştî çalakiyê pevçûna ku demek kurt dom kir, li gorî çavkaniyên Tirk çawişekî pispor giran birîndar bûye.
Çawişê pispor yê bipere ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û beşa lezgîn, hate ragihandin ku, ji ber sedema rewşa hewayê nekarîn bibin Wanê.
Li aliyê din jî hate ragihandin ku, piştî bûyerê artêşa Tirk li herêmê operasyon da despêkirin.