Li Çelê li dijî konvoya leşkerî çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Eertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 8 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 16’ê Îlonê de gerîlayên HPG’ê li herêma Eertûş a girêdayî Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoyekî ya ku sewqiyata leşkerî pêk tanî, çalakiyek hate lidarxistin.

LI DIJÎ KONVOYA SEWQIYATA LEŞKERÎ PÊK DIANÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “16'ê Îlonê saet 10.30'an hêzên me çalakiyeke sabotajê bi ser konvaya leşkerî de kir ku sewqiyata leşkerî dikirn ji bo qada Ertûşê ya Çelê ya Colomergê. Di vê çalakiyê de wesayiteke kirpî hatiye rûxandin. Dîsa hêzên me bi RPG-7'ê, ji nêzîk ve li wesayiteke dî ya kirpiyê xistiye û ew rûxandiye. Leşkerên di herdu wesayitan de bi temamî mirine lê hijmara wan nayê zanîn. Leşkerên ku bi mebesta mudaxeleyî qadê bikin jî derb xwarin û li vir 8 leşker hatin kuştin.

16'ê Îlonê saet 08.30'an dema ku qereqola Êrîşê qada Ertûşê ya Çeleyê bombe dikir, hêzên me çalakiyeke siûqastê bi ser leşkerekî de anî ku obûs bi kar dianî û hate kuştin.

14'ê Îlonê hêzên me bi ser 3 wesayitên 2 kesên ku li gundê Arûşê ya Qilebana Şirnexê hevkarî bi dewletê re dikirin, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di dema çalakiyê de kesê ku bi çekê nobet li ber wesayitan digirt, hate birîndarkirin.

Di nav çarçoweya şoreşger a Şehîd Arnos de, 16'ê Îlonê saet 13.30-14.00 hêzên me bi hawanan êrîş birine ser girê Şehîd Gafur a li qada Oremarê ya Gever a Colemergê. Hijmara mirî û birîndarên vir nehatiye zelalkirin.

OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

Operasyona artêşa Tirk li mintiqeyên Tuyê, Ahmetbendê, Gelliyê Xumarov û Şikeftanê yên Şemzînana Colemergê berdewam dikin.

15'ê Îlonê hêzên me saet 15.00'an li ser rêya Şirnex-Bêşebabê çalakiya kontrola rê kirine. Hêzên me nasname kontrol kirine û têkildarî pêvajoyê agahdarî kirine.

16'ê Îlonê hêzên me bi ser konvaya leşkerî de li ser rêya Şirnex û Cizîrê bi RPG-7'an, saet 21.00'an çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya Kobra derbeke xweş xwariye. Hijmara mirî û birîndarên wan li vir zelal nebûne.

16'ê Îlonê saet 18.00'An dema ku ji minteqeya Piyax a Licê-Qulpê ya Amedê derbas dibûn, kemîna cerdevanan tê dîtin û di navbera hêzên me û cerdevanan de şerekî dem kurt rû dide. Piştî şer yekîneya me bi sax û silamet gihiştine cihê xwe.

LI PULURÊ ŞER

16'ê Îlonê saet 16.00'an li tengava Kozluca ya pulur a Dêrsimê hêzên me û artêşa TC'ê li hev rast hatine û şerek qewimiye. Bi mebesta mudaxeleyê helîkoptêra bi tîpa Kobra hatiye û bi çekên navînî helîkopterê hate derbkirin. Têkildarî bûyerê ku agahî hatin wê bi raya giştî re were parvekirin.

29-30'ê Tîrmeh saet 21.00'an bi 6 gerîlayên me re ku li girê Şehîd Hozan a li qada Bînbîr a Geverê ya Colemegerê peywira xwe dikirin, têkilî demekê qut bûbûn. Ev yekîneya me ya gerîla û leşkerên TC'ê ketine şerekî dî de. Piştî şerê giran 6 gerîlayên me şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Cesur Mamxuri

Nav û Paşnav: Mazlum Karuman

Cihê Ji dayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayîk-Bav: Sacîde - Rahmîi

Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg

***

 Nasnav: Dîcle Aso

Nav û Paşnav: Gonul Ozturk

Cihê Ji dayikbûnê: Adana

Navê Dayîk-Bav: Bedriye - Mûstafa

Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg

***

 Nasnav: Kurdistan Roj

Nav û Paşnav: Şehrîban Acet

Cihê Ji dayikbûnê: Şirnex

Navê Dayîk-Bav: Azîme - Selîm

Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg

***

 Nasnav: Med Doz

Nav û Paşnav: Mahsûm Otas

Cihê Ji dayikbûnê: Êlih

Navê Dayîk-Bav: Hanim - Nasrettîn

Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg

***

 Nasnav: Nûman Batman

Nav û Paşnav: Eyup Odûncû

Cihê Ji dayikbûnê: Çlih

Navê Dayîk-Bav: Kadrîye - Alaattîn

Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg”

...