Li Bismil û Geverê binçavkirin

Hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya polîtîkayên şer de operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li navçeya Bismil a Amedê û navçeya Gever a Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya polîtîkayên şer de operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li navçeya Bismil a Amedê û navçeya Gever a Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin.

AMED

Li navçeya Bismîlê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan Îbrahîm Ayaz, Arîf BUda, Selîm Çakmak û Îbrahîm Demîrtaş hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bismilê.

Sedema binçavkirinan nehat hinbûn.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP'ê ya Geverê Leyla Polat jî di nav de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet deriyê mala Hevşaredara Geverê Rûken Yetîşkîn jî şikandin û ketin malê.

Li navçeya Gevera Colemêrgê Tîmên taybet saetên dereng ên şevê bi ser malên siyasetmedarên kurd de girtin. Polîsan bi ser malên HevşaredarênGeverê Rûken Yetîşkîn û Tacettîn Safali, hevserokên HDP, DBP û Meclîsa Civaka Demokratîk de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandin û li hundir lêgerîn kirin.

Hate hînbûn ku herî kêm navên 15 seyasetmedarên kurd di lîsteya binçavkirinê de heye û heta niha Hevseroka HDP'ê ya Geverê Leyla Polat, Fatîh Turgut, Haydar Karaman, Muhammet Alkiş, Mustafa Ozata, Serkan Dalkiliç, Yasîn Gençer û zarokê bi navê E.G. hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Tê gotin ku li navçeyê hejmara kesên bên binçavkirin zêde be.

Di serdegirtinan de polîsan bi ser mala Hevşaredara Geverê Rûken Yetîşkîn a li taxa Gungorê de jî girtin. Ji ber ku li malê kes tinebû polîsan deriyê malê şikandin û ketin hundir. Li mala Yetîşkîn polîsan her tişt tevlihev û belav kirin.

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerafettîn Dede pêkûtî û serdegirtinên malên siyasetmedar û bijarteyên kurdan şermezar kir û diyar kir ku dema serdegirtinê de ne li malê bûye lê di lîsteya binçavkirinê de navê wî jî heye. Dede bi daxuyaniya kirin anî ziman ku serdegirtina malan ne hiqûqî ye heke tê gotin siyasete demokratîk wê demê çima bi şev bi ser malan de tê girtin. Dede da xunad ku armanca wan ji bo avakirina Tirkiyeyekî demokratîk e, ew sîstemekî ku miletê dewletê ne naxwazin, dewleta ku xizmetî gel dike dixwazin.

Li navçeyê esnafan derabe girtine û bêdengiyek heye. Ciwan jî li taxên Orman, Kişla û Dizeyê li ber xendekan nobeta xwe didomînin.