Li binarê Qendîlê gundê Bukruska 34’mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan PKK bi şahî û guvendê pîroz kirin. Şêniyê binarê Qendîlê bi dadana agir û guvendê û bi duruşmeyên “Bijî Serok APO” şahiya xwe geş kirin.
Şahiyê bi deqîqeyekê rêz girtinê destpê kir. Piştî axaftinên li ser wateya rojê hate kirin, şêniyên binarê Qendîlê li dora agir û bi dengê stranan re govend heyanî demjimêrên dereng gerandin.
Di şahiyê de hate gotin ku damezirandina PKK’ê ji bo me gelê Kurd tê wateya vejîna jiyaneke nû ku tu caran veger jê nabe.