Hate ragihandin ku, duh şev di navbera leşkerên Tirk yên derketine operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de pevçûn rûdaye û 3 leşker hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtn, li Girê Helizê, Xarê Kûna, Girê Sor û Kemaloya yên girêdayî herêma Besta ya Şirnexê duh şev di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû da. Hate îdîakirin ku, di di navbera leşkerên bipiştgiriya hewayî derketine operasyonê û gêrîlayan de li Girê Helizê pevçûn rû daye û 3 leşker hatine kuştin.
Di dema pevçûnan de dengê çekan ji navenda Şirnexê dihatin bihîstin, hate hînbûn ku li herêmê operasyona bipiştgiriya hewayî hatiye destpêkirin û her wiha operasyon hêjan didome.