Li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tedbîrên mezin yên leşkerî

Li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tedbîrên mezin yên leşkerî

Hate dîtin ku leşkeran li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tedbîrên mezin girtine. Hemû rêyên diçin girtîgehê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, hate ragihandin ku tedbîr ji ber sedema meşa ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya heya ber girtîgehê hatine girtin.

Hate dîtin ku di demjimêrên 16.00’an de li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ya li ser rêya Erdîşa Wanê tedbîrên mezin yên leşkerî hatine girtin. Hemû rêyên diçin ber girtîgehê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, li ser rêya TOMA û wesayîtên zirxî hatin bicih kirin. Gelek welatî li ber girtîgehê ne, hate dîtin ku her car ambûlans dikevin hundirê girtîgehê. Rayedarên leşkerî dan diyarkirin ku, ew li bendêne ku xwendekarên li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dixwînin bi boneya piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê meşekê pêkbînin, ji ber vê sedemê me tedbîr girtine. Welatî li ber deriyê girtîgehê radiwestin.