Li bejahiya Licê şerên dijwar diqewimin
Li bejahiya gundên Çavûndûr û Yolçati yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê şerên dijwar diqewimin û hat diyarkirin ku herêm ji aliyên balafirên şer ve tên bombekirin.
Li bejahiya gundên Çavûndûr û Yolçati yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê şerên dijwar diqewimin û hat diyarkirin ku herêm ji aliyên balafirên şer ve tên bombekirin.
Piştî qedexeya kolanan a ji aliyê Walîtiya Amedê ve li 39 gundan hatî îlankirin û şûn de li herêmê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a ji 8. Fermandariya Baregeha Giştî ya Balafiran a Amedê rabûn, bejahiya gundên Sîse û Çavûndûr a dikeve Başûrê navçeya Licê ya ku şerên dijwar lê diqewime bombe dike. Qada ku şerên dijwar lê diqewimin, têkildarî kuştî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin, hat diyarkirin ku li herêmê pêgerên bêmirov yên keşfê jî difirin.
Li aliyê din hat îdîakirin ku li nûqteya leşkerî ya ku li gundê Zenge wesayîta sivîl hatiye gulebarandin. Hat ragihandin ku leşkeran dest daniye ser hinek wesayîtên sivîl jî.
Tevgera balafirên şer ên ji 8. Fermandariya Baregeha Giştî ya Balafiran a Amedê û helîkopteran ji 7. Fermandariya Kolordûyê zêde ne.