Hate ragihandin ku, di operasyona li bejahiya navçeya Dêrikê hate destpêkirin pevçûna rû daye, piştî pevçûnê rêya Dêrik-Şemrex ji aliyê leşkeran ve li trafîkê hate girtin.
Li bejahiya di navbera gundên Berkevir û Birînî yên navçeya Dêrika Mêrdînê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyonê destpê kir.
Pişî demek kurt ya operasyonê li herêmê dengek zêde yê çekan bilind bû. Leşkeran rêya navçeyên Dêrik û Şemrexê li trafîkê girtin, hate ragihandin ku pevçûn didomin.