Li Bedlîsê polîsan gule li wesayîtekê reşandin: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê polîsan gule li wesayîtekê reşandin. 5 kesên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Li nuqteya polîsan a têketina navçeya Tetwana Bedlîsê de polîsan gule li wesayîtekê reşandin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku 3 kes li cihê bûyerê û Mehmet Yanardag û Siyahmet Aslan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku 2 kesên navên wan nehatin zanîn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê tên dermankirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê jî hat îdîakirin ku li nuqteya kontrolkirina polîsan di navbera komeke PKK’î yên ku amadekariyên êrîşan dikirin û polîsan de şer derketiye.