Li Bedlîsê 10 leşker, 3 cerdevan hatin kuştin

Li Bedlîsê 10 leşker, 3 cerdevan hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku, li Bedlîsê di çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya 19’ê Cotmehê pêkanîn de, 10 leşker û 3 cerdevan hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê çalakiya 19’ê Cotmehê li nêzî gundê Şetek yê ser bi navenda Bedlîsê ve agahî dan.

HPG-NÇR’ê ragihand ku, li dijî qereqola seyar li ser Rêya Îpekê û hêzên leşkeran yên li ser gir ewlekariya qereqolê digirtin çalakî pêkhatiye û di çalakiyê de 10 leşker û 3 cerdevan hatine kuştin.

HPG-NÇR’ê aşkera kir ku, di çalakiyê de avahiya qereqolê û çeperên derdorê jî hatine hedef girtin û êlekek yê êrîşê, qilêşek û 3 şarjor hatine desteser kirin. Hate diyarkirin ku, piştî çalakiyê operasyonekî qismî hatiye destpê kirin.

HPG-NÇR’ê ragihand ku, di dema çalakiyê de gêrîlayek jî birîndarbûye û li rexmî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku, “Dema agahiyên zelal gihan me, em dê nasnameya rêhevalê me yê şehîd ketî bi gelê xwe re parve bikin.”