Kesê ku li navçeya Bazîda Agiriyê rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine girtin, kesê binavê Ahmet Barîk (47) dema ku li ser rêya Îdirê ya Taxa Îshakpaşa tişt dikirî rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar ve hat. Barikê bavê 7 zarokan ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Barik ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
Di hûrkolînan de hate çespandin ku, 3 gule li bedena Barik ketine.